Mûşeka rokêtê li ser rêya Şam-Dara ket

Li Sûriyeyê îro di saetên sibehê de mûşeka rokêtê li ser rêya Şam û Dara ket.

Mûşeka rokêtê li ser rêya Şam-Dara ket
3 adar, 2026   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Îsraîl- Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) şer li hemberî Îranê dan destpêkirin, li gelek dewletên Rojhilata Navîn mûşekên rokêtan dikevin.ç

Îro di saetên sibehê de li Sûriyeyê li ser rêya Şam- Dara li beramberî avahiya Zanîngeha El Yermûk mûşeka rokêtan ket. Hîna encama teqînê nehatiye gotin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li heman herêmê dengê teqînekê hatiye û hîna ne zelal e ew teqîn çi ye.