Têkoşerkî azadiyê piştî 32 salan di zindanên Tirkiyê de gihîşt Şêx Meqsûdê

ji têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Ehmed Manan Mistefa (52 salî), piştî 32 salan di zindanên Tirkiyê de gihîşt taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.

21 mijdar, 2025   16:25
HELEB

Îro, Hozan, ku navê wî yê rastî Ehmed Manan Mistefa (52 salî) ye, şervanekî Tevgera Rizgariya Kurd, piştî 32 salan di zindanên Tirkiyê de derbas kir, gihîşt taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.

ji têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Ehmed Manan Mistefa (Hozan) yê (52 salî), piştî 32 salan di zindanên Tirkiyê de gihîşt taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.

Hozan, ku ji gundê Meşalê yê navçeya Şera ye, ji aliyê şêniyên her du taxan, endamên rêxistinên civaka sivîl û hevalên xwe yên ku vê dawiyê hatine berdan ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Hozan di sala 1994`an de li bajarê Islahiye (Dîlok) li bakurê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hate girtin û paşê birin Zindana Albistanê . Di salên girtîgehê de, ew di navbera çend girtîgehên Tirkiyê de, ên weke Albistan, Malatya, Amasya, Îzmîr, Adiyaman û Bolu, hate veguhastin.

Hozan di axaftina xwe ya di merasîma pêşwaziyê de diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê şerê derûnî li ser girtiyan pêk tanî û nedihişt ku ew agahiyên der barê bûyerên li derve de zanibin.

Hozan wiha dewam kir, "Em piştrast bûn ku şoreşa Rojava bi ser ketiye, û em şanaz  in ku di bin ala ku îradeya gelê Kurd temsîl dike de vegeriyan."

Hozan her wiha silavên hemû têkoşerên berxwedana zindanan gihandin û hêviya xwe ya bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û azadiya hemû berxwedêrên azadiyê anî ziman.

(k)