Komîsyon bi rojeva hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya

Civîna Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî bi rojeva çûyîna Îmraliyê û hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re dest pê kir.

Komîsyon bi rojeva hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya
21 mijdar, 2025   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna 18'emîn a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya parlamentoya Tirkiyeyê dest pê kir. 

Serokê parlamentoya Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş serokatiyê ji civîne re dike û dê karên komîsyonê û serdana Îmraliyê bên nîqaşkirin. Piştî nîqaşê dê serdana Îmraliyê pêşkêşî dengdanê bê kirin.