Komîsyonê biryar da: Wê biçe Îmraliyê!

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya ya parlamentoya Tirkiyeyê di civîna bi rojeva serdana Îmraliyê de biryar da ku biçe Îmraliyê.

Komîsyonê biryar da: Wê biçe Îmraliyê!
21 mijdar, 2025   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civîna 18'emîn de CHP'ê diyar kir ku wê endamê xwe nede heyeta ku biçe Îmraliyê û salona civînê terikand. Li nava endamên mayî yên komîsyonê dengdanê pêk hat. Di encama dengdanê de biryar hate dayin ku komîsyon biçe Îmraliyê.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, komîsyonê bi 32 'erê', 2' 'na' û 3 bêbiryar deng da. Biryar bi piraniya dengan hate erêkirin.