Li Kobanê meşa ciwanan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan

Li navçeya Qinê ya kantona Firatê, bi pêşengiya ciwanan bi dehan kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Li Kobanê meşa ciwanan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
Li Kobanê meşa ciwanan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
Li Kobanê meşa ciwanan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
Li Kobanê meşa ciwanan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
Li Kobanê meşa ciwanan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
Li Kobanê meşa ciwanan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
Li Kobanê meşa ciwanan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
11 adar, 2024   15:14
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê- şaxê kantona Firatê bi daxwaza azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin vekirin.

Meşê ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Qinê dest pê kir û li pêşiya Stasyona Sotemeniyê ya Elî Salih sekinî.

Li vir ji rêveberên Kongra Star a navçeya Qinê Fetûm Oso tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dê heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin. Fetûm Oso dawiya axaftina xwe de got: "Heta şervanek û gerîlayek me hebe, em dev ji doza xwe bernadin. Em ê şopdarên fikir û felsefeya Rêber Apo bin."

Çalakî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(sş)

ANHA