Di teqîna dronekê li Amêdiyê de 3 pêşmerge birîndar bûn-HAT NÛKIRIN
Rêveberê Tîma Tenduristiyê ya Amêdiyê ragihand ku di encama teqîna dronekê li ser xaleke ya pêşmergeyan a li gundê Belave yê ser bi Amdêiyê ve 3 pêşmerge birîndar bûne.

Li gorî Rojnews’ê, rêveberê Tîma Tenduritî ya Amêdiyê Mesûd Tahir ragihand ku 3 pêşmerge di encama teqîna dronekê de birîndar bûne, rakirine nexwşxaneyê.
Di daxuyaniya hate dayîn de nehate ragihandin bê ka êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin. Lê tê zanîn ku rojane artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, dron û topan sînorên herêma Kurdistanê bombebaran dikin. Hêjayî bibîr xistinê ye berî niha jî di encama êrişan de pêşmerge û welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne.