Têkildarî nasnameya Kurdî di "Danezana destûrî" de panel

Beşdarên panela diyalogê ya li Qamişloyê destnîşan kir ku Sûriyeya nû bi paşguhkirina pêkhateyan nayê avakirin û girîngî da misogerkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de.

Têkildarî nasnameya Kurdî di "Danezana destûrî" de panel
Têkildarî nasnameya Kurdî di "Danezana destûrî" de panel
Têkildarî nasnameya Kurdî di "Danezana destûrî" de panel
Têkildarî nasnameya Kurdî di "Danezana destûrî" de panel
Têkildarî nasnameya Kurdî di "Danezana destûrî" de panel
Têkildarî nasnameya Kurdî di "Danezana destûrî" de panel
Têkildarî nasnameya Kurdî di "Danezana destûrî" de panel
Têkildarî nasnameya Kurdî di "Danezana destûrî" de panel
23 adar, 2025   17:34
QAMIŞLO

Têkildarî nîqaşkirina nasnameya Kurdî di "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê de li bajarê Qamişlo panel hat lidarxistin. Di panelê de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, xwendekar, oldar û rojnamevan beşdar bûn.

Di serî de pisporê dozên destûrî û hikumetê Zeydûn El Zuibî pêşnûmeya destûrê ya sala 1950'î û "Danezana destûrî" ya 2025'an a desthilata Şamê xwendin.

NASNAMEYA KURDÎ DI DESTÛRA SÛRIYEYÊ DE

El Zuibî diyar kir ku bendên destûrê wek ku hatine diyarkirin, nayên pêkanîn û got: "Benda sêyemîn diyar dike ku di dewletê de pirrengiya çandî ya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê û mafên çandî û zimanî yên tevahî Sûriyeyiyan misogerkirî ne, lê belê di rastiyê de em tiştekî wiha nabînin."

El Zuibî destnîşan kir ku pêwist e Kurd mafên xwe tam bistînin, ji ber ku ew pêkhateyeke sereke ya Sûriyeyê ne û li hember vê "Danezana destûrî" nerazîbûn hat nîşandan.

REDKIRINA SIYASETÊN PAŞGUHKIRIN Û ÎNKARKIRINÊ

Beşdaran girîngî da pêdiviya misogerkrina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de û diyar kir ku bi paşguhkirina pêkhateyan jiyana li Sûriyeyê ne pêkan e û got: "Danezana destûrî ya desthilata Şamê ne li gorî daxwazên gelê Sûriyeyê ye."

Beşdaran destnîşan kir ku sîstema federal yekitiya rastîn pêk tîne û divê di destûrê de pirrengî hebe û tu netewe neyên paşguhkirin, nexasim ku pêkhateya Kurd êdî wekî berê sîstema navendî qebûl nake.

Lêkolerê aborî yê ji bajarê Derayê Enwer Hemode got: "Hêviya me bi Rêveberiya Xweser mezin e. Em gelek salan di zordariyê de jiyan. Em êdî dewleteke yekbûyî dixwazin ku îtîrafê bi hemû pêkhateyan bike."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Zeydûn El Zuibî ji bo beşdariya di şahiyên Newrozê de, naskirina Kurdan û avakirina têkiliyan di navbera Sûriyeyiyan de serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû.

(mh/fr)

ANHA