Nerazîbûna xelkê Siwêdayî ya li dijî "Danezana destûrî" ya Şamê didomin

Şêniyên Siwêdayê çalakiyên xwe yên li dijî "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê berdewam dikin û ew danezan wesif kir ku ne li gorî daxwazên gelê Sûriyeyê û ji wê zêdetir tundrawiyê geş dike û gefan li pirrengiya niştîmanî dixwe.

23 adar, 2025   18:02
SIWÊDA

Nerazîbûn û bertekên şêniyên bajarê Siwêdayê yên li dijî "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê dewam dikin û bi danezana ku nûnertiya daxwaz û hêviyên gel nake, bi nav kir.

Beşdarên çalakiyên nerazîbûnê diyar kir ku bêyî pergala demokratîk a adilane, ku mafên tevahî welatiyan misoger bike, ne pêkan e Sûriye bi pêş bikeve.

Çalakvan Hemûd Himêdan ji ajansa me re li ser mijarê got: "Şêniyên Siwêdayê helwesta xwe ji lêvegera xwe ya olî û civakî ku ew jî Şêx Hîkmet El Hicrî ye, digirin."

Çalakvan Yamin Marûf jî got: "Danezana destûrî li dijî daxwazên Sûriyeyiyan e, ji ber ku ew dabeşbûnê dide rûniştandin û tu carî dewleteke sivîl û demokratîk ku hemû pêkhateyên gel di nav xwe de bihewîne, encam nade."

Marûf diyar kir ku serhildana li Siwêdayê ji gelek salan ve li dijî zordariyê didome û got: "Qadên rûmetê sembola rejîma berê hilweşand û ew ê tu carî alternatîfên zordariyê wekî ya berê qebûl nekin."

Çalakvan Îlham Rêdan bêhêvîbûna xwe der barê "Danezana destûrî" de nîşan da û got: "Ev destûr nûnertiya me nake. Ew li ser nêrîneke olî ya tundraw rabûye, azadiyan asteng dike û gelek pêkhateyên civakî jî paşguh dike."

AZADÎ - EDALET - WEKHEVÎ.. SILOGANÊN SIWÊDAYÊ YÊN KU DEV JÊ NAYÊN BERDAN IN

Şêniyên Siwêdayê çalakiyên xwe yên protestoyî didomînin û diyar dikin ku li hember hewldanên ferzkirina pergalên dijî hêvî û daxwazên wan, ew bi pransîbên azadî û demokrasiyê ve girêdayî ne.

(mh)

ANHA