Şandeyeke Ewropî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Şandeyeke Ewropî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeyeke Ewropî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeyeke Ewropî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeyeke Ewropî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeyeke Ewropî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeyeke Ewropî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
25 ÇILE, 2025   22:50

Şandeyeke hevbeş a ji parlamenter, partiyên fransî, brîtanî û îtalî pêk tê serdana Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Rêveberiya Xweser, Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandeya Ewropayê pêşwazî kir. Desteyê, proje û sazûmaniya rêveberiyê ji beşdaran re şîrove kir.

Her wiha endamên desteyê, destkeftiyên ku rêveberiyê di çend salên dawîn de bi dest xistine, modela hevjiyana aştiyane û nêrîna rêveberiyê ji bo siberoja Sûriyeya nenavendî û pirreng, bi şandeyê re parve kirin.

Di civînê de hat gotin ku dewleta Tirk hilweşîna rejîma berê ya Sûriyeyê fersend girt û êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li derdora Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê zêde kirin.

Rêveberiya Xweser, helwestên Koalîsyona Navneteweyî û piştgiriya wê bi QSD`ê re di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û rizgarkirina herêmê ji "terorê" de bi erênî nirxandin û hêvî kir ku ji bo rawestandina êrişên li ser herêmê, fişar li li civata navneteweyî bê kirin.

Şandeya ewropî jî, spasiya hewldanên Rêveberiya Xweser û fedakariyên şêniyên herêmê ji bo tunekirina "terorê" kir û soz da ku ew ê zextê li hikumetên xwe bikin ku alîkariya gelê Sûriyeyê bikin da ku bigihîne formeke rêvebirinê û tê de nûnertiya tevahî gel û etnîkan were kirin.

Şandeyê diyariyek ji gelê Îtalyayê pêşkêş kiriye, radestî Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser kir.

Di serdanê de şandeyê civîneke çapemeniyê li dar xist, di civînê de têkiliyên bi rêveberiya nû ya li Sûriyeyê re, siberoja welêt, êrişên dewleta Tirk û pêwîstiya tevlêkirina sûriyeyiyan di kongreya diyalogê ya nîştimanî de û piştgiriya tevlêkirina jinan û ciwanan, nirxandin.

(şx/fr)