Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn

Malbat û xizmên şehîdan bi merasîmekê 77 şehîd bi bîr anîn û diyar kir ku ew ê ji bo pêkanîna armanc û xeyalên şehîdan Ii ser rêya wan bimeşin.

Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bibîranîn
15 cotmeh, 2025   13:13
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo 77 şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina jin (YPJ) ku di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmeke bîranînê li dar xist.

Merasîm li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi amadebûna malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û pêkhateyên cuda yên bajêr hat lidarxistin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Desteya Malbatên Şehîd û Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo axivî û bal kişand ser rola girîng a şehîdan di parastina yekitiya axa Sûriyeyê û parastina pêkhateyên cihêreng ên herêmê de. Gulo got: "Îro em li ber qonaxek nû ne û divê em ji her demê bêtir bibin yek ji ber ku em ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî dixebitin û şehîdên me ji bo wê armancê canê xwe feda kirine.”

Gulo wiha dewam kir: "Em ê li ser rêya şehîdan berdewam bikin da ku armanc û xeyalên wan pêk bînin, em ê destkeftiyên gelê xwe bi çi bedelê be jî biparêzin.”

Merasîm bi pêşandana sînevîzyona wêneyên 77 şehîdan bi dawî bû.

(k)