Bazirganekî hişbirê ji herêmên Şamê derbas bû, hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bazirganekî hebên hişbirê li kantona Tebqayê girt. Ew bazirgan ji herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de derbasî herêmê bû.

Bazirganekî hişbirê ji herêmên Şamê derbas bû, hat girtin
6 sibat, 2024   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî belav kir ku Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê bazirganekî hebên hişbirê ji herêmên hikumeta Şamê dihat, di dema derbasbûna wî li kantona Tebqayê de hate girtin.

Navendê diyar kir ku hêzan li gel wî hezar û 279 hebên Bugablin ên hişbirê (eyar 100) girtin û rakirina dozgeriya giştî.

(fr)