Tehranê şertên xwe yên dan û standinên li gel Washingtonê diyar kirin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku ji bo rakirina cezayên li ser Îranê pêwîstî bi dan û standinan heye, lê nabe dan û standin di jêr zextan de pêk were.

Tehranê şertên xwe yên dan û standinên li gel Washingtonê diyar kirin
9 sibat, 2025   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî der barê egera dan û standinên li gel Amerîka û rakirina cezayên li ser Îranê de daxuyaniyek da.

Eraqçî ragihand rakirina cezayên li ser Îranê pêwîstî bi dan û standinan heye, lê nabe dan û standin di jêr zextan de çêbe. Eraqçî got: “Ger dan û standin di jêr zextan de çêbe nakeve çarçoveya dan û standinan, tê wateya xwe radestkirinê.”

Her wiha Ebas Eraqçî da zanîn ku Îran ji bo dan û standinên li gel Amerîkayê de amade ye, lê ne bi zextên siyaseta Donald Trump.

Ev daxuyaniya Eraqçî di demek de ye ku di rojên dawî de Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî daxwaz ji hikûmeta Îranê kiribû ku ti dan û standinan li gel Amerîkayê de nekin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku ew piştgiriya lihevkirina aştî ya li gel Îranê dike, lê nabe bi tu rengî Îran bibe xwedî çekên atomî.