Tehranê gefa derbeyên girantir li keştiyên Amerîkayê xwar

Tehranê gef li artêşa Amerîkayê xwar ku eger kiryarên xwe yên dijminane û dorpêça deryayî bidomîne, dê derbeyên girantir li keştiyên wê bên xistin.

Tehranê gefa derbeyên girantir li keştiyên Amerîkayê xwar
5 îlon, 2026   22:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Baregeha Xatim El Enbiya ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand; "Eger Washingtonê kiryarên xwe yên dijminane û dorpêçkirina Îranê bidomîne dê derbeyên li dijî keştiyên wê girantir bin."

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em artêşa Amerîkayê ji berdewamkirina kiryarên dijminane û dorpêça deryayî ya li ser Îranê   hişyar dikin."

(bb)