Artêşa Îsraîlê bombe li başûrê Lubnanê barand

Hate ragindin ku artêşa Îsraîlê zêdetirî 14 caran başûrê Lubnanê bombebaran kir, di encama bombebaranekê de kesek hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê bombe li başûrê Lubnanê barand
5 îlon, 2026   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê li derdora bajarokê El Mensûrî zêdetirî 14 operasyonên teqandinê pêk aniye.

Li gorî heman ajansê, teqandin li derdora bajarokê El Mensûrî, Meşaa û Mecelzon ên navçeya Sûrê pêk hatin. Hate zanîn ku dronên Îsraîlê bi armanca xirabkirina malan û binesaziya herêmê bermîlên tijî teqemeniya bihêz avêtin herêmê.

NNA‘yê ragihand ku ku li bajarokê Meys Cebel jî operasyoneke teqandinê pêk hat û li bajarokê El Remadî ya navçeya Sûrê jî malek hat bombebarankirin, di encamê de kesek hat kuştin û hin kes birîndar bûn.

Li gorî aghaiyan, balafirên Îsraîlê devera Kefer Rûman û bajarokê Nebetiyaya Jorîn ên başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê de ji 2‘ê Adara îsala heya îro de 4 hezar û 358 kes hatin kuştin û 12 hezar û 359 kes birîndar bûne.

(bb)