Şehîdên Hêzên Ewlekariyê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku duh di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, hatin oxirkirin. Di merasîmê de berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn got “Şehîdên me tev li Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûn ku niha li dijî şaneyên DAIŞ`ê didome.”

3 sibat, 2024   15:15
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebdulselam El Ehmed, şehîd Mihemed El Seyîd, şehîd Rebah El Ehmed û şehîd Yamin Şedad ên ku duh (2`ê Sibatê) li Qamişloyê di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin.

Girseyê tabûtên şehîdan ji taxa Entariyê hetanî taxa Meyselûn li ser milan hilgirtin û bi sloganên “Şehîd namirin” derbasî pakrewangehê bûn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê Weed El Ilêwî li pakrewangehê axivî û diyar kir ku li herêmê cihê şehîdan di nava gelan de di asteke bilind de ye û got dewleta Tirk a dagirker jî ji hemû aliyan ve êrişên xwe pêk tîne û ew ê li beramberî sûcên wê her bi sekneke xurt bin.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen jî axivî û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hemû civaka herêmê daye ber êrişên xwe, bi awayeke rasterast li pêşiya pêvajoyên rêgirtina ber şaneyên DAIŞ`ê disekine û wiha domand: "Endamên ku hatin hedefgirtin ji endamên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûn ku niha li hember şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê li dar e. Ev yek jî teqez dike ku dewleta Tirk bi DAIŞ`ê re hevkar e, beriya niha dewleta Tirk ji bo têkbirina ewlehiyê Akademiya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê jî bombebaran kiribû."

Elî El Hesen soza şopandina xeta şehîdan da û got li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ew ê her li pey parastina xaka xwe bimînin.

Endamê Rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û berdevkê qebîleya Şerabîn û eşîrên wê yên li Sûriyeyê û Iraqê Mihemed Arif El Hemdûn jî axivî û diyar kir ku şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê dersên parastina rûmetê û hevgirtina gelan daye wan û wiha dom kir: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê şermezar dikin, em ê her bi hêza xwe li hemberî şaneyên DAIŞ`ê jî parastina xwe bikin. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan sûcên şer dike. Em ê bi fikra Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî komployan bisekinin."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan wan hat kirin. Heval û malbatên şehîdan her çar şehîd li ser milan rakirin û bi slogana `Şehîd Namirin` li pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Li navçeya Holê jî ji bo her çar şehîdan merasîmeke leşkerî tê lidarxistin.

(sb)

ANHA