Li Lubnanê 244 penaberên Sûriyeyê hatine kuştin

Di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî xaka Lubnanê de, heta niha 244 penaberên Sûriyeyê hatine kuştin.

Li Lubnanê 244 penaberên Sûriyeyê hatine kuştin
17 mijdar, 2024   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku herî dawîn 5 penaberên Sûriyeyî yên ji Idlib û Dêrazorê, di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de hatin kuştin.

SOHR'ê ragihand ku hejmara penaberên Sûriyeyê yên ku li Lubnanê ji destpêka şerê Îsraîlê li dijî Lubnanê (21'ê Îlonê) ve hatine kuştin, 228 kes e, ji wan 40 jin û 54 zarok in.

Bi giştî, ji destpêka şerê Îsraîlê yê li dijî Xezayê jî,  di nav de 93 jin û 56 zarok, 244 kes hatine kuştin û 240 jî birîndar bûne.

Di çarçoveya şerê heyî ya Lubnanê de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê penaberan ji Lubnanê tên herêmê pêşwaz dike û alîkariyê pêşkêş dike.

(mh/fr)