Tayland û Kamboçyayê agirbest îlan kir

Piştî şerê ku bi hefteyan li ser sînor dom kir, Tayland û Kamboçyayê agirbest îlan kir.

Tayland û Kamboçyayê agirbest îlan kir
27 kanûn, 2025   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Tayland û Kamboçyayê îro peymana agirbestê îmze kir.

Peyman ji hêla wezîrê parastinê yê Taylandê Nataphon Nakravant û hevpîşeyê wî yê Kamboçyayê Tea Siha ve hate îmzekirin. Bi vê yekê re şerê nêzîkî 20 rojan dom kir ku bû sedema kuştina nêzîkî sed kesan û koçberbûna zêdetirî nîv milyon sivîlan ji her du aliyan, bi dawî dibe.

Komîteya Giştî ya Hevbeş a têkildarî sînor der barê agirbestê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku peymana agirbestê îro di saetên nîvro de dikeve meriyetê, bikaranîna tevahî cureyên çekan û êrişan, hedefkirina sivîlan, binesazî, hedefên leşkerî yên li tevahiya herêmên sînorî tên rawestandin.

Her wiha li gorî peymanê sivîlên ji her du aliyan vedigerin deverên xwe, hêzên leşkerî li cihên xwe yên heyî dimînin û pêşî li tevgeran tê girtin.  Di daxuyaniyê de hate gotin, her tundiyeke nû dê hewldanên ji bo çareserkirina krîzê têk bibe.

Di heman demê de her du aliyan li ser xurtkirina tevkariyê di warê rakirina mayînan û têkoşîna li dijî sûcên elektronîk de li hev kir.

(b)