Hikumeta veguhêz çekên giran li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike

Çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê çekên giran li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi cih dikin.

Hikumeta veguhêz çekên giran li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike
27 kanûn, 2025   09:41
HELEB

Çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji şevê din heya vê sibehê ve tank jî di nav de çekên giran li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dikin.

Çekdarên girêdayê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê duh saet derdora 21.50’an bi RBG’ê êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê ya derdora çerxerêya Şîhan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişê dan. Piştre çekdarên hikumetê çekên giran û tank jî di nav de li derdora her du taxan, bi taybetî li derdora çerxerêya Agirkujiyê ya derdora Şîhanê, Ewarid, çerxerêya Zîraa, benda Huluk a nêzî parka Eşrefiyê bi cih kirin.

Çedaran heya saet 23.45’an zêdetirî 6 gule avêtin her du taxa, bi taybetî herêma bakur a beramberî herêma Şiqêfê.

 Çekdarên hikumetê taxa Celaa ya beramberî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bi hinceta ku dibe êrişeke pêk were şênî neçar kirin ku ji malên xwe derkevin. Piştî şênî ji malên xwe derketin, çekdaran malên wan talan kirin.

(b)

ANHA