Malbatên şehîdan guhertina navên dibistanan red kir

Malbatên şehîdan hewldanên hikumeta demkî yên guhertina navên dibistanan ên bi navên şehîdan red kir û got destdirêjiya li goristanan û nixên şehîdan destdirêjiya li hafîzeya şoreşê û keda zarokên wan e.

Malbatên şehîdan guhertina navên dibistanan red kir
28 gulan, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Malbatên şehîdan ên li bajarê Qamişloyê têkildarî hewldanên hikumeta demkî yên guhertina navên dibistanan ên bi navên şehîdan, axivn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Mihyedîn Hesen (Bavê gerîlaya YJA-Starê Canda Welat ku 2016‘an li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye) got: "Xwîna şehîdên me pîroz û xeta sor e. Piştî ku me 15 hezar şehîda dan, hikumet îro hewl dide navên dibistanan ên bi navê şehîdên me biguhere. Ev vê yekê red dikin û em ê nehêlin destdirêjî li pîrozeyên me werin kirin."

Miyedîn Hesen anî ziman ku komên qaşo dibêjin misilman in êrişî pakrewangehan û gorên şehîdan dikin û wiha doman da axaftina xwe "Tu girêdana van kiryaran bi olê ve nine. Malbatên şehîdan dê bi soza xwe ya li hemberî şehîdan û nirxên şoreşê ve girêdayî bin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Ebdurehman (Bavê Nesrînê ku sala 2016‘an li Minbicê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de şehîd bûye) destnîşan kir ku gelê Rojava di dirêjiya salên şoreşê de nirx û destkeftiyên xwe parastin û bi hezaran şehîd dan.

Hisên Ebdurehman biryara guhertina navên dibistanan red kir û da zanîn ku heya bi destdirêjî li gorên şehîdan kirin. Hisên got: "Em ê bi şehîdên xwe re dilsoz bin û destkeftiyên wan biparêzin."

Dayika şehîd Feysel El El Cerbûi (Sala 2016‘an li Minbicê şehîd bû û hevjîna Dearî El Cerbûî yê sala 2017‘an li Til Birakê şehîd bûbû) Fatima Hesen El Casim binavkirina dibistan û saziyan bi navên şehîdan li hemberî keda ku şehîdan di rêya azadî û rûmetê de dane, kêm e.

Fatima El Casim bang li hikumeta demkî kir ji biryarê vegere û got: "Kijan ol an urf destûra xirabkirina goran an jî destdirêjiya li hurmeta miriyan dide?"

(bb)

ANHA