Taxeke Helebê di nav ava gemarî de maye

Zêdetirî 3 meh e xetên kanalîzasyonê yên taxa Ferdûs a Helebê xitimîne û tax di nava ava gemarî de maye. Aliyên têkildar pirsgirêk paşguh kiriye.

Taxeke Helebê di nav ava gemarî de maye
13 hezîran, 2026   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Ferdûs a Helebê ji ber xitimîna xetên kanalîzasyonê ava gemarî belav bûye.

Dîmenên kombûna ava gemarî ya ji ber xitimîna xetên kanalîzasyonê di kolaneke taxê de hatine belavkirin. Şêniyan diyar kir ku ev pirsgirêk ji zêdetirî 3 mehan ve dewam dike. Her wiha dan zanîn ku wan gelek caran serî li şaredariyê daye lê şaredariyê bersiv nedaye.

Şêniyan diyar kir ku gelek mal di nava ava gemarî de mane û vê jî  bandor li rewşa tenduristî, jîngehî kir û dibe sedema belavbûna bêhna nexweş.

Şêniyan banga lezgîn a nûkirina xetên kanalîzasyonê kir.

(bb)