Meclisa taxa Hilêliyê ya Qamişloyê komîteyek şaredariyê ava kir

Meclisa taxa Hilêliyê ya Qamişloyê ji bo taxa xwe komîteyek ku wekî şaredariyê bixebite, ava dike. Wê li gorî plana destpêkê ew komîte tenê ji bo meseleyên komkirina çopê bixebite.

Meclisa taxa Hilêliyê ya Qamişloyê komîteyek şaredariyê ava kir
13 hezîran, 2026   15:54
QAMIŞLO

Meclisa Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ku 4 komîn (Şehîd Serhed, Şehîd Sebrî, Şehîd Orhan û Şehîd Hebûn) girêdayî wê ne, ji bo ku xizmeteke baştir ji hêla paqijiyê û komkirina çopê ve pêşkêşî gelê li taxê bike, pêşniyarek pêşkêşî Şaredariya Gel a Qamişloyê kir.

Piştî erêkirina pêşniyarê ji hêla Şaredariya Qamişloyê ve, di meha Gulanê berpirsyarên meclisê plansaziya hatibû erêkirin, bi komînên li taxê re parve kir.

Ev plan ji hêla meclisê ve hatiye derxistin, meclisê xwest piştî naskirina nerîna Şaredariya Gel a Qamişloyê bi komînên li taxê re parve bike.

Li gorî agahiyên ku hevserokê Meclisa Taxa Hilêliyê Reed Mihemed dane ajansa me, plansaziya wan ji avakirina komîteyeke wekî “Şaredariya Taxê” xebatên paqijiyê pêk bîne, pêk tê.

Wê meclis 16 karmendên paqijiyê ji xelkê taxê erkdar bike, şaredarî jî ji bo wan karmendan wê alavên komkirina çopê ku ji seyare û hwd pêk tê, pêşkêş bike. Dê ji meclisê jî ji bo şopandina xebatên karmendan 6 endam werin erkdarkirin.

Li taxa Hilêliyê zêdetirî 6 hezar xanî û dikan hene. Her wiha li taxê avahiya giştî ya Zanîngeha Rojava heye û 5 dibistan lê hene. Tax ji 2 parçan pêk tê; Hilêliya Jêr û Hilêliya Jor.

Dê sibe (14 Hezîran) meclis bi Şaredariya Qamişloyê re hevpeymanê îmze bike.

(sb)

ANHA