Talebanî: Hêviya min ewe ku peyman bibe sedema aramya Rojavayê Kurdistanê

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî bal kişand ser peymana di navbera QSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriye û hêvî kir ku ev peyman bibe sedema aramî û geşbûna Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê û got: “Ez li pişt birayê xwe General Mezlûm Ebdî me.”

Talebanî: Hêviya min ewe ku peyman bibe sedema aramya Rojavayê Kurdistanê
30 ÇILE, 2026   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî têkildarî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de peyamek da.

Talebanî ewilê peyam bi kêfxweşî pêşwazî kir û got: “Ez pêşwaziyê li peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta Şamê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyê û dawîanîna aloziyan dikim.”

‘Bi hêviya bibe mîsogeriya mafê netewî ya gelê Kurd’

Bafil Taleban di dewama peyama xwe de ev got: “Hêvîdarim bibe destpêka mîsogerkirina mafên neteweyî yên hemû pêkhateyan bi taybetî gelê Kurd. Ez spasiya Amerîka, Fransa û welatên garantor dikim û hêviya min ewe ku peyman bibe sedema aramî û geşbûna Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê.”

Talebanî spasiya hemû kesên piştgiriya Rojava kir û bi taybet ciwanên Kurdistanê û ev anî ziman: “Ji nava dil spasdariya xwe pêşkêşî hemwelatiyan, bi taybetî ciwanên Kurdistanê û diasporayê dikim ku piştgîriya Rojava kirin û ji cîhanê re gotin, Kurd yeke. Hewldan û berxwedana birayê xwe General Mazlûm Ebdî ji bo mafê gelê me yê Rojava bibîr tinim û jê re dibêjim, ez bi te şanazim û weke hertim li pişta te me.”