TAJÊ êrişên li ser saziyên jinan şermezar kir

Li dijî êrişa li ser sazî û rêxistinên jinan yên li Silêmaniyê TAJÊ bi daxuyaniyekê şermezar kir û diyar kir ku tirsa desthilatdaran ji deng û rengê rastiya jin heye ji ber ve sazî dibin hedefa êrişan.

TAJÊ êrişên li ser saziyên jinan şermezar kir
2 ÇILE, 2025   13:35
ŞENGAL

Asayişa Silêmaniyê beriya du rojan bi awayek hemwext, bi ser navendên Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye ya eşkerekirina tawanên li dijî jinan de girt û bêyî belgeya fermî ya dadgehê hemû sazî û rêxistinên jinan bi darê zorê girtin.

Li dijî vê êrişê gelek nerazîbûn ji aliyê sazî û rêxistinên jinan ve derketin hole. Îro jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyek li navenda Tevgera xwe ya li Sinûnê da. Daxuyanî bi beşdariya endamên Meclisa Jin û Tevgera Jin hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo ve hate dayîn.

‘SAZİYÊN JİNAN PARASTVANÊN CİVAKBÛNÊ NE’

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo daxuyanî da û da zanîn ku her tim li pişta hêz û rastiya jinê ne û wiha got: “Em piştevaniya kar û xebatên pîroz yên saziyên ku dibin deng û rengên jinan, saziyên ku hêz û rastiya jinê bi cîhanê didin naskirin saziyên jinan û rojnemevanan dikin. Tirsa desthilatdaran ji deng û rengê rastiya jin heye ji bo wê jî ev sazî dibin hedefa êrişên dagirkeran. Destihlatdar dizanin ku saziyên jinan rastî û hovîtiya zilam bi civakê didin naskirin ji bo wê jî wan dikin hedef. Em weke jin û pêşengên Şengalê piştgiriya her sazî û rêxistinekî jinan dikin. Her demekê hovîtiya xwe zêde dikin û di serî de êrişî rojnemevanan dikin û wan dikin hedef. Em êrişên wan şermezar dikin.”

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo di dawiyê de bal kişand ser lîstokên dijminan yên li dijî civaka Kurd û wiha got: “Mixabin her dema ku em dibêjin wê Kurdistan bibe yek dest, Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava wê hemû bibe yek dijmin êriş dike û zextê li ser dike ku dijminatiya hev bikin. Em jî dibêjin em van êrişan şermezar dikin û tucarî qebûl nakin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bidawî bû.