ji ber cilûbergên Kurdî 58 kes tên darezandin

Ji ber cilûbergên Kurdî û gerandina govendê 58 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo dadgehê hatine vexwedin û dosya li ser wan hatine amadekirin.

ji ber cilûbergên Kurdî 58 kes tên darezandin
2 ÇILE, 2025   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Kolber Newsê 31’ê Kanûna 2024’an ji bajarê Pîranşar, Şîno,Mihabad û Bokan 58 welatî ji ber lixwekirina cilûbergên Kurdî û gerandina govendê ji aliyê dadgeha Pîranşarê ve hatine  vexwendin.

Ev welatî divê di nava 5 rojan de xwe radestî dadgehê bikin.

Li gorî heman çavkaniyê sedemê vexwendina dadgehê ji ber li xwe kirina cilûbergên Kurdî û gerandina govendên Kurdewariye û ji aliyê polîsên fetwayê ve dosya li ser hatine amadekirin.