‛Ji ber tirsa jiyanê me xwendina kir qurban’

Xwendekarên Siwêdayê rûbirûyî tundiya mezbehî ya sîstematîk in, ku nahêle ew xwendina xwe temam bikin, her wiha gotinên nebaş û êrişên fîzîkî ew neçar kir ku ji ber tirsa li ser jiyana xwe xwendina xwe terk bikin.

‛Ji ber tirsa jiyanê me xwendina kir qurban’
16 gulan, 2025   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di şahideyên ku qebareya nîjadperestî û nefretê aşkera dikin de, xwendekarên Siwêdayê yên li zanîngehên Helebê dixwînin daxuyand ku ew rastî rêzerişên xeternak ên devkî û fîzîkî hatin.

Xwendekar Wail Hisên êşên ku xwendekarên Siwêdayê kişandine aşkera kirin û got: "Tu garantiyên ewlehî tune ne ku bihêlin em xwendina xwe temam bikin. Êrişên dubare û xeternak em rûbirûyî bijarteyeke neçarî hiştin ku ji bo parastina jiyana xwe xwendina xwe feda bikin, heta ku rewşa ewlehî baş dibe."

Hisên daxwaza parastina ewlehî û hesabpirsîna kesên destê wan di êrişan de heye kir, her wiha daxwaza pêkanîna garantiyên ev bûyer dubare nebin kir.

Xwendekarekî din jî nexwest navê xwe aşkera bike got: "Em xwendekarên xort û keç ên Siwêdayê rastî binpêkirinên sîstematîk û xeternak tên. Li dijî me, dgle hewldanên mebestî yên veşartina van sûcan û nixumandina wan, nijadperestiyeke xeternak tê meşandin. Ew yek bi rêya qedexeya şopandina rewşên me û astengiya li hember her hewldaneke axaftina li ser êşan pêk tên. Li dijî her kesên rastiyê aşkera bike gef tên xwarin."

Xwendekar di berdewama axaftina xwe de got: "Van hewldanan em ji mafên me yên herî hêsan ên perwerdehî û azadiya derbirînê bê par hiştine, û bûne sedema serdegirtinên ewlehiyê, girtinên bêserûber û rûbirûbûna tundiya fizîkî û derûnî û heta gefa li ewlehî û aştiya me ya kesane."

Li aliyekî din jî xwendekarê Fakulteya Hemşîretiyê ya Helebê Leys Nasir got: "Ji ber bûyerên dawîn em neçar man ji Helebê ber bi bajarê xwe yê Siwêdayê ve derkevin. Lê Me li Humsê hatin sekinandin û neçar kirin ku vegerin Helebê; ji ber ku rê ne ewle ye."

Nasir wiha domand: "Dema em gihîştin avahiya razanê ya zanîngehê, me xwe dît ku, ji hêla kesên me hevalên xwe yên xwendinê dihesibandin, li pêşberî pêleke nefretê ne. Dijûnên mezhebî kirin û bi kêrê li hevalê me Edhem Xenam da. Ger em ne komek bûna, wê aqûbeta me jî wisa bûye."

Ji ber gef û astengiyên li ser paşxaneya mezhebî, bi sedan xwendekarên Siwêda û herêmên peravê neçar man ji avahiyên razanê yên zanîngehên Heleb, Hums û Şamê derkevin. Lê desthilata Şamê û saziyên wê bê deng man û wê jî hişt perwerdeya zanîngehê bikeve nava aloziya ewlehiyê.

(fr)

ANHA