Sûriye îdeolojiya ku beşeke civakê temsîl bike tehemûl nake

Di Komcivîna Sûrî ya Gotûbêja Niştîmanî ya li Reqayê de hat diyarkirin ku Sûriye îdeolojiya totalîter a navendî ku tenê beşeke civakê temsîl dike tehemûl nake û desthilata Şamê bi rêya siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê li hemberî çarenûsa Sûriyeyê berpirs e û divê li xwe vegere.

Sûriye îdeolojiya ku beşeke civakê temsîl bike tehemûl nake
Sûriye îdeolojiya ku beşeke civakê temsîl bike tehemûl nake
Sûriye îdeolojiya ku beşeke civakê temsîl bike tehemûl nake
Sûriye îdeolojiya ku beşeke civakê temsîl bike tehemûl nake
Sûriye îdeolojiya ku beşeke civakê temsîl bike tehemûl nake
Sûriye îdeolojiya ku beşeke civakê temsîl bike tehemûl nake
Sûriye îdeolojiya ku beşeke civakê temsîl bike tehemûl nake
Sûriye îdeolojiya ku beşeke civakê temsîl bike tehemûl nake
27 sibat, 2025   20:13
REQA

Di rûniştina yekemîn a Komxebata Diyaloga Nîştîmanî ya Sûriyeyê ya li kantona Reqayê de mijara krîzên pergala navendî ya li Sûriyeyê û pirsgirêkên ku di encamê de derketine, hatin nîqaşkirin.

Komcivîn ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) ve hat lidarxistin. Rûniştina yekemîn jî ji aliyê rêveberê navendê Kurdyar Dirêî ve hat birêvebirin.

Di komxebatê de zêdetirî 200 siyasetmedar û rewşenbîrên Sûriyeyê ji Heleb, Laziqiyê û Siwêdayê beşdar bûn. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Hevbendiya Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşdar bûn.

Di rûniştina yekemîn de 2 mijar hatin nîqaşkirin. Mijara yekê dîroka dewleta neteweyî ya li Sûriyeyê ji dema damezirandina wê ve û krîzên ku ji ber wê derketin û hatina rejîma partiya Baas’ê li ser desthilatê, bû.

Di mijara yekemîn de li ser dîroka avakirina dewleta neteweyî li Sûriyeyê, rola peymana Sayks-Pîkot, desthilatdariya partiya Baas û sedemên krîzên siyasî û aborî yên wê demê, hat axaftin.

Çalakvanê siyasî Husam Yonan destnîşan kir ku pergala nenavendî ji bo Sûriyeyê berovajî ku tê belavkirin, ne tiştekî nû ye û got: "Di dîroka Sûriyeyê de mîrnişînên Sûriyeyî hebûn ku karûbarên niştecihên xwe bi rê ve dibirin û hin caran li hemberî gefên derve bi hev re dibûn yek."

Yonan diyar kir ku destûra 1929'an a Sûriyeyê demokrasîkirina hukmê, nenavendîbûn û laîkbûna Sûriyeyê teqez dike, lê belê dagirkeriya Fransayê ew xal pêk neanîn.

Yonan wiha li axaftina xwe zêde kir: "Desthilatdariya navendî ya Sûriyeyê encama derbeyên leşkerî û zordariyê bû. Di encamê de jî gelek krîz pêk hatin nexasim piştî ku partiya Baas hat ser desthilatdariyê. Pirbûna darbayên leşkerî jî nîşan dide ku pergala serdest a Sûriyeyê û civaka Sûriyeyê ne hevgirtî bûn."

Yonan destnîşan kir ku pêkanîna îdeolojiya nenavendî ya li gorî beşeke civakê li Sûriyeyê ne mumkin e, ji ber dîrok şahidê vê yekê ye.

Di mijara duyemîn de, dîroka Sûriyeyê di zêdetirî 50 salên dawîn de û bûyerên girîng ên di wê heyamê de, hatin nîqaşkirin

Sîham Dawûd destnîşan kir ku dewleta neteweyî di nîvê yekê yê sedsala 20'emîn de li Rojhilata Navîn derket û di encamê de 22 dewletên Ereban li ser bingehên netewe-dewletê hatin avakirin, bêyî ku tu girîngiyê bidin rastiyên dîrokî û pirrengiya civakên wan herêman.

Sîham Dawûd diyar kir ku li hemberî Sûriyeyê gelek zehmetî hene, di serî de senaryoya sazkirina destûrê û afirandina pergaleke demokratîk, pirreng û nenavendî ku tê de tevahî gelê Sûriyeyê di biryardayînê de beşdar be.

Sîham destnîşan kir ku senaryoya din, afirandina pergaleke navendî ya netewetî û Îslamî ye û ev jî senaryoya herî xerab û tund e ku di encamê de dibe ku Sûriye were parçekirin û li hemberî vê jî divê gelê Sûriyeyê diyaloga rastîn dest pê bike.

Beşdaran di dawiya rûniştinê de destnîşan kir ku desthilata li Şamê bi rêya siyasetên xwe yên dûrxistin û paşguhkirinê li hemberî çarenûs û pêşeroja Sûriyeyê berpirs e.

(mh/fr)