Şûnwarekî 3500 salî hat dîtin

Li herêma Barranca ya li bakurê Perûyê bajarekî şûnwarî ku temenê wî 3500 sale hat vedîtin.

Şûnwarekî 3500 salî hat dîtin
7 tîrmeh, 2025   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolîneran ragihand ku wan li herêma Barranca ya li bakurê Perûyê bajarekî kevnar bi navê Penico keşf kiriye û da zanîn ku ku dîroka bajar vedigere nêzî 3500 salan.

Li gorî BBC’yê bajar di navbera salên 1800 û 1500 berî zayînê de anku dema derketina şaristaniyên destpêkê li Rojhilata Navîn û Asyayê, hatiye avakirin.

Bajarê dîrokî yê hatiye keşifkirin, nêzîkî 200 kîlometreyan li bakurê paytext Lîmayê ye û li bilindahiya nêzîkî 600 metreyan ji asta deryayê ye.

Hate diyarkirin ku di encama lêkolînan de ku 8 salan dewam kirin, perestgehên ayînî û avahiyên niştecihbûnê jî di nav de 18 heykel hatin keşfkirin. Her wiha di avahiyan de peykerên axî yên fîgurên mirov û heywanan, gerdeniyên ji morîk û qalikan jî hatin dîtin.

Bajarê Penico ku li nêzîkî cihê şaristaniya Caral e, yek ji kevntirîn şaristaniyên navdar ên li Amerîkayê ye. Ev dever derdora 5 hezar sal berê li Geliyê Supe hatibû avakirin.

(bb)