Daxwaza îstîfayê ya Hikmet Hebîb hate erêkirin

Di rûniştineke taybet de daxwaza îstîfayê ya hevserokê Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb ji aliyê Meclisa Gelan ve hate qebûlkirin.

7 tîrmeh, 2025   13:29
QAMIŞLO

Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê li hola meclisê ya li bajarê Amûdê rûniştineke taybet ji bo daxwaza îstîfaya hevserokê Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb, bi amadebûna endamên meclisê û endamên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê ku ji nûnerên saziyan û pêkhateyên ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Suryan û Êzidî pêk tê, pêk anî.

Piştî deqeya rêzgirtinê, rapora îstîfayê hate xwendin û Hikmet Hebîb axivî.

Hikmet Hebîb diyar kir ku wî zêdetirî 4 salan xebat da meşandin û got: “Ez serbilind im ku min ji bo nûnertiya projeya neteweya demokratîk xebat da meşandin. Ez li hemberî we soz didim ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ez ê di asteke baş de erka xwe pêk bînim û xebatên xwe bidomînim.”

Piştre beşdarên rûniştinê nêrîna xwe der barê rapora îstîfayê de dan û da zanîn ku ji mafê wî ye daxwaza xwe bîne ziman û ji bo erkeke din xwe pêşniyar bike.

Hate destnîşankirin ku Hikmet Hebîb ew mohra xwe li xebatê xist, hebûna wî ji bo wan qonaxeke ciyawaz bû, ew şahidê nimûne ye di avakirina sîstema neteweya demokratîk û di meclisê de xwedî nêzîkatiyên li ser bingeha biratiya gelan e.

Herî dawî jî ji Hikmet Hebîb daxwaz hate kirin ku di xebatên xwe yên dema pêş de bibe dengê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Dûre daxwaza îstifayê ji aliyê endaman ve hate qebûlkirin û Hikmet Hebîb li ser xebatên xwe yên ku di salên derbasbûyî de pêk anîn, hate xelatkirin.

Hikmet Hebîb wek nûnerê pêkhateya Ereb cihê xwe di avakirina Rêvberiya Xweser (2012) girtiye. Ji sala 2012-2014`an ve erka avakirina meclisên gel û Meclisên Malbatên Şehîdan girtiye. Di çêkirina Hevpeymana Civakî ya sala 2014`an li Cizîrê cih girtiye.

Yek ji endamên komîteya amadekar a damezirandina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) (2015) ye, ji 2016-2018`an ve wek serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya MSD`ê xebat daye meşandin û ji 2018-2021`an de cîgirê hevserokên MSD`ê bû. Herî dawî jî ji 2021 heta niha erka Hevserokatiya Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê girtibû ser milê xwe.

Li gorî agahiyên ku me ji Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê girtine, wê di demên pêş de ji bo hilbijartina hevserokekî nû ji meclisê re wê rûniştinek bê organîzekirin.

Meclisa Gelan beriya derketina Hevpeymana Civakî (12 Kanûn 2023) wekî Meclisa Zagonsaz dihate binavkirin.

(ekîb)

ANHA