Ji ‘Kampanya Azadî Ji Bo Werîşe Muradî’ hişyarî

‘Kampanya Azadî Ji Bo Werîşe Muradî’ diyar kir ku li ser veguhestina girtiyên siyasî yên jin ên ji bo girtîgeha Qereçik a li başûrê rojhilatê Tehranê 13 roj derbasbûye. Kampanyayê, da zanîn rewşa girtiyan krîtîk e.

Ji ‘Kampanya Azadî Ji Bo Werîşe Muradî’ hişyarî
7 tîrmeh, 2025   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî ku li ser veguhestina bi dehan girtiyên siyasî yên jin a ji Girtîgeha Evînê ji bo Girtîgeha Qerçakê ya li Varemînê 13 roj derbas bûn jî, raporan nîşan didin ku şert û mercên jiyan û tenduristiyê xirab bûye. Kampanya Azadî ji bo Werîşe Muradî jî têkildarî mijarê fikarên xwe anî ziman. 

Kampanyayê der barê, xeteriyên fîzîkî û derûnî ya veguhestinê de hişyarî da û bang li saziyên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî kir.

Li gorî daxuyaniyê, şert û mercên girtinê ya bi taybetî girtiyên jin ên di karantînaya girtîgeha Qerçakê de, wekî pir xirab û dijîmirovî tê binavkirin û raporan nîşan didin ku rewşa fîzîkî û derûnî ya girtiyan xirabtir dibe. Tevî têkiliya sînorkirî ya di navbera hin girtiyan û malbatên wan de jî, rayedarên girtîgehê heta niha ji bo gilî û nerazîbûnan bersivek neda.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di hewaya germ a havînê de nebûna hewalandirmayên têrker. Rûxmê sozên rayedaran a bicîhkirina klîmayan jî, tenê yek klîma hatiye bicîhkirin û yên mayî an naxebitin an jî qet nîne. Germahiya havînê ya germ a Tehranê, gef li jiyana girtiyan dixwe.

Rojên destpêkê, ji tualetan ava kanalîzasyonê diherikî û bikaranîna çîmentoyê bi kismî dihat veşartin. Tuwalet hêj nayên bikaranîn.

Girtiyên jin neçar tên hiştin ku cil û bergên xwe di beroşan de bişon. Di demên dawî de li şûna makîneya cilşûştinê li bexçeyê lîçek hate çêkirin.

MİTBEXEK XETEREYA TEQÎNÊ HEYE

Li mixbexê tenê sobayek gaze û semawerek heye. Gaza nû ya hatiye anîn, ji cureyê  endustriyê, lewma girtî ji tirsa şewat û teqînê bikar naynin.

DÛRXİSTİNA Jİ FİROŞGEH Û QADÊN GİŞTÎ

Her çend li girtîgehê du firoşgeh hebe jî, tenê firoşgehek ku ji kesên nû tên re berhemên pir sînordar pêşkêş dike heye. Her wiha ji bo bi girtiyên din re nekevin nava têkiliyê, derketina qada werzîş û qadên giştî qedexe ye.

Dİ ODAYÊN BİNÇAVKİRİNÊ DE ŞERT Û MERCÊN DERVEYÎ MİROVÎ

Ode piçûk û qerebalix in û nivînên sê qatî yên bi firehî ya 65 santîmetre jî, hema bejê tevahî rûniştin û tevgera girtiyan asteng dike.

ZÊDEBÛNA STRES Û FİKARÊN DERÛNÎ

Nezelaliya li ser pêşerojê, îzolasyona giran û şert û mercên zehmet, di nava girtiyan de dibe sedema zêdebûna fikar, bêhêvîtî û stresa derûnî.”

BANGA MUDAXELEYA LEZGÎN A NAVNETEWEYÎ

Kampanya Azadî ji bo Werîşe Muradî, di daxuyaniya xwe de daxwaz li Raportora Taybet a NY'ê ya Îranê û saziyên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî kir ku demil dest mudaxele bikin û bang li civaka navneteweyî kir ku bi zextên siyasî û qanûnî dawî li van şert û mercan bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Piştî êrîşa leşkerî ya li ser Girtîgeha Evînê, veguhestina bi darê zorê ya girtiyên siyasî yên jin ji bo Girtîgeja Qerçakê, ji bo cezakirin û zêdekirina zexta li dijî girtiyên siyasî yên jin hewldanek eşkere ye. Divê ev binpêkirina eşkere ya mafên mirovan, bêbersiv nemîne."