Şûna rejîma Baasê ya Sûriyeyê nediyariyê girt - RAUF KARAKOÇAN

Şûna rejîma Baasê ya Sûriyeyê nediyariyê girt - RAUF KARAKOÇAN
13 kanûn, 2024   09:53

Rejîma Baasê hilweşiya û li dû xwe jî siberojeke wekî xwe aloz hişt. Welatekî şewitî û hilweşandî, girseyên gel li her dera cîhanê belav bûne, nifşên siberoja wan tarîbûyî û bê guman bi sed hezaran mirî û birîndar. Partiya Baasê bi dirûşma 'azadî-sosyalîzm' dest bi kar kir, lê bi teror, zext, îşkence û zordariya li ser gel, 61 salan li ser desthilatdariyê ma. Girseyên gel ên bihêrs, tevî ku di gorê de bû jî, ji Hafiz Esed hesab pirsî. Gora wî dan ber agir û rejîma wî ya despotîk hilweşandin. Nexşe li serê netewedewletên din be!

Hişmendiya serdest HTŞ xiste nava tevgerê û gav bi gav nêzî armancên xwe dibû, lê gelên Sûriyeyê jî ber bi tarîtî, reşbînî û nediyariyê ve dehf dan. HTŞ'ê kirin desthilatdar ku wek rêxistineke terorê îlan kirine. Divê bê gotin; HTŞ nasnameyê jî biguherîne, kirasê xwe jî biguherîne ne gengaz e ku cewhera xwe biguherîne û ji rêgezên xwe yên bîrdozî tawîzê bide. Dema mirov bala xwe dide lîstikvanên Rojhilata Navîn jî, jixwe tu kes ji HTŞ'ê guhertineke bingehîn hêvî nake. Ji wan re bes e ku HTŞ li gorî berjewendiyên wan ên siyasî û aborî be. Di encamê de HTŞ, ji bo ku hebûna xwe bide qebûlkirin, dê bikeve pozîsyoneke guncaw û xwe bi cîhana derve re adapte bike. Ji niha ve dest bi dayîna peyamên nerm û sivikkirina fikaran kirine.

Tevî ku têra tevgerên îslamîst yên radîkal dike ku xwe li sîstema navneteweyî adapte bikin û ji bo entegrekirinê qalikên xwe biguherînin jî, ji bo gelan dê her wek pirsgirêkek bimînin. Gel dê ji nirxên demokratîk, azadiyan, mafên derbirînê, rêxistinî û çalakiyan û bawerî û aîdiyetên etnîk ên cuda bê par bimînin.

Ne tesadûf e ku operasyona leşkerî di 27’ê Mijdarê de pêk hatiye. Berevajî vê, peyamek e ku divê mirov baş bala xwe bidê. Rastiya ku rastî salvegera avabûna PKK'ê anîne, hem armanc û hem jî niyeta vê operasyonê radixe pêş çavan.

Di guhertina desthilatdariyê ya ji nişka ve ya li Sûriyeyê destên Îsraîl, Amerîka û Tirkiyeyê xwe nîşan didin. Îro baştir tê fêmkirin ku ev proje bi mehan berê hatiye amadekirin. Îsraîl û Amerîkayê tiştên ku dixwestin ji Sûriyeyê wergirtin. Ji Esed, Îran û Rûsyayê rizgar bûn. Tevî ku Tirkiyeyê cihên wekî Til Rifat, Şehba û Minbic wergirtin û serketinên taktîkî bi dest xistine jî, ev yek bi demê re dibe ku wê bi pirsgirêkan re rû bi rû bihêle. Bi gurkirina dijminatiya li dijî Kurdan, pêşî li aştiyeke mayînde ya li Sûriyeyê digire. Ji roja destpêkê ve muxalîf dibêjin polîtîkayên dewleta Tirk ên têkildarî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, zirar daye berjewendiyên Tirkiyeyê yên demdirêj.

Hê bi HTŞ'ê re li ser çawaniya avabûna Sûriyeyê gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Ne diyar e ku Sûriye bi destûreke çawa were birêvebirin. Sûriye bi rengekî bêpevçûn hat pakêtkirin û radestî HTŞ'ê kirin. Her wiha tam ne diyar e bê ka di berdêla çi de dane HTŞ'ê. Bi kurtasî, gelek pirs hê bê bersiv in. Têikldarî siberoja Sûriyeyê ji agahiyan wêdetir, pêşbîn hene. Îsraîl hewl dide ji xwe re axê bi dest bixe. Tirkiye bi qirkirina Kurdan re mijûl e! Amerîka temaşe dike û Îran û Rûsya heyfa lê tînin bê ka çawa ketine dehfika Tirkiyeyê. Li ser Sûriyeyê lihevkirinek nîn e. Tirkiye dixwaze ji vê tevliheviyê sûdê wergire û eniyên nû yên şer diafirîne û êrişî Rêveberiya Xweser dike.

Tirkiye ji bo ku destkeftiyên şoreşa Rojava ji holê rake, tevî çeteyên ku kontrol dike, şer daye destpêkirin. Konjonktura siyasî ya heyî ji êrişên dewleta Tirk re guncaw bûye. Li gorî wê zemîn ji bo bidawîkirina hebûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guncaw e. Ji aliyekî ve hewl dide bi komên çete re herêmên xwe yên dagirkirinê berfireh bike, ji aliyê din ve jî hewl dide eşîrên Ereban bi provokasyon, gefan an jî pereyan, bi Kurdan re bixe nava nakokiyan. Ev aliyekî meseleyê ye û aliyê din jî ew e ku wan di opozîsyona Sûriyeyê de Kurdên noker ên xayîn bi cih bike. Dixwaze ENKS'ê ya li ser xeta PDK'ê, bike rêveberiya rewa ya Rojava. Nakokiyên di nava Kurdan de sor dike û dixwaze bêîstîqrariyê kûrtir bike.

Sûriyeyê hem di nava Tirkiyeyê de hem jî li derveyî Tirkiyeyê gelek pirsgirêk derxistine û ev dê bidome jî. Dema berhevdana feydeyên ku HTŞ û Tirkiye bi hev re bin, an jî feydeyên ku dixwazin bi HTŞ'ê re li Sûriyeyê bi dest bixin, rîskên ku Tirkiye digire, zêdetir in. Tê zanîn ku tevgerên cîhadîst li Tirkiyeyê xwedî bingeheke xurt in. Çawa ku desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê bi gotina "ma we çi xwest me neda” FETO xist nava hemû astên dewletê, niha jî rewşeke bi heman rengî ji bo rêxistinên cîhadîst ên radîkal heye. Ne bi xêr e ku HTŞ li Sûriyeyê kirine desthilatdar. Ew bi girseya xwe ya li Tirkiyeyê re, dikarin 'karekî ji yê FETO’yê baştir' bikin.

Dewleta partiya AKP'ê ku ne kêmî rejîma Baasê xeternak e, li Tirkiyeyê mîna Esed rejîmeke faşîst a yekzilamî ava kiriye û hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê xirabî afirandiye. Sûriyeye ji dîktatorekî rizgar bûye lê maye ber destê opozîsyoneke seriyan jê dike û nizane çi li bendê ye. HTŞ, Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê yan jî êdî çi ji wan re tê gotin, heke bi Rêveberiya Xweser re bidin şerkirin, ew ji bo Sûriyeyê karesatek e. Tirkiye ji bo ku kaosê biafirîne dixebite û li ser vê yekê xwe xwedî dike. AKP bi vî rengî desthilatdariya xwe xurt dike û dike wesîle ku careke din hilbijartinê qezenc bike.

Divê gelê Kurd ê welatparêz, dostên wan, aliyên di nav hevgirtina navneteweyî de û hêzên koalîsyonê yên li Sûriyeyê û bi taybet jî pêkhateyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê xetereya li ber xwe bibînin û tedbîrên xwe bigirin. Sûriye ji rejîma Baasê rizgar bû, lê divê mehkûmî sîstemeke nû ya Baasî ya Tirkan nebe.