Girtiyê azadiyê piştî 33 salan hate berdan

Dijwar Îsmaîl ê ku ji sala 1991`an li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker hatibû girtin, piştî 33 salan hat berdan.

Girtiyê azadiyê piştî 33 salan hate berdan
13 kanûn, 2024   09:01
QAMIŞLO

Girtiyê azadiyê Dijwar Nesrî Îsmaîl (Ridwan Îsmaîl) ê ji gundê Sinceqa Sedûn ê girêdayî bajarê Amûdê, 17`ê Îlona 1991`an li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate girtin û cezayê muebedê lê hate birîn.

Dijwar Nesrî Îsmaîl (Ridwan Îsmaîl) 17`ê Îlona 1991’an ji ber xebatên di nava Tevgera Azadiyê de li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat girtin û cezayê muebedê li wî hat birîn. 

Li gorî qanûnên dewleta Tirk, kesên ku cezayê muebetê digirin, piştî 30 salên di girtîgehê de, tên berdan. Cezayê Dijwar Îsmaîl 5`ê Îlona 2021`an bi dawî bû, lê rêveberiya girtîgeha dewletê, 3 salan bi hincetên cuda serbestberdana wî taloq kir.

Li gorî agahiyên ku malbata Dijwar Îsmaîl dane ajansa me, Dijwar duh piştî nîvro piştî 33 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a li bajarê Afyonkarahîsarê ya Tirkiyeyê serbest hate berdan.

Dijwar Îsmaîl ê 64 salî û nexweşiyên wî hene, birine navenda paşveşandina biyaniyan. Çav li rê ye ku Dijwar derbasî cem malbata xwe bibe.

(sb/a)

ANHA