Şêx Sînan Seydûş: Yekitiya Kurdan bûye pêdiviyeke lezgîn

Endamê Rêveber ê Kongreya Îslama Demokratîk şêx Sînan Seydûş anî ziman ku yekitiya Kurdan di vê pêvajoyê de bûye pêdiviyek lezgîn, bi yekitiyê dê ziman, maf û hebûna gelê Kurd werin parastin.

Şêx Sînan Seydûş: Yekitiya Kurdan bûye pêdiviyeke lezgîn
21 gulan, 2026   02:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Serokê Hevgirtina Al El Beyt û endamê Kongreya Îslama Demokratîk şêx Sînan Seydûş girîngiya yekitiya Kurdan nirxand û got parastina zimanê kurdî bi xurtkirina yekitiyê ve girêdayî ye. Her wiha got banga ji bo yekitiyê ne tenê dirûşm e ku di minasebet û çalakiyan de tê gotin, di vê pêvajoyê de yekitiya Kurdan pêdiviyeke lezgîn e.

Şêx Seydûş zilma li ser gelê Kurd hatiye kirin bi bîr xist û got gelê Kurd bi salan hate paşguhkirin û zilm lê kirin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Sedema wê jî parçebûn û nakokiyên di navbera gelê Kurd de bûn. Eger yekitiya gelê Kurd nebe pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û rê li pêşiya dijminan vedike ku dawî li hebûna gelê Kurd bînin."

Şêx Seydûş anî ziman ku di vê pêvajoyê de pêwîst e  Kurd nakokiyên xwe bidin aliyekî û diyar kir ku berî daxwazên siyasî, yekitî erkeke neteweyî, civakî û exlaqî ye. Her wiha ji partî û aliyên kurdistanî xwest dûrî berjewendiyên xwe yên partîzanî bikevin û bi çarenûsa gel û welat bifikirin.

Şêx Seydûş destnîşan kir ku berpirsyariya yekitiya neteweyî ne tenê ji partiyên siyasî tê xwestin û got berpirsyarî ji Kongreya Îslama Demokratîk, rewşenbîr, rûspî û tevahiya civakê tê xwestin û wiha dom da axaftina xwe: “Em hemû xwediyên vî zimanî û axê ne û berpirsyariya aştiya civakî ji me hemûyan tê xwestin.”

Seydûş diyar kir ku civakê gelekî êş kişandin û divê îro bi zanebûn tev bigere, îradeya yekitiyê ferz bike, li hemberî nakokiyên heyî xwedî helwest be û zextê li partiyên siyasî bike.

Şêx Sînan Seydûş şehîdên Kurd bi bîr anîn û got gelê Kurd bi hezaran şehîd dan û divê bi wan re dilsoz bin, bi yekitiyê xwedî li wan derkevin û deskeftiyên wan biparêzin.

(np)

ANHA