Sûdanî: Bêyî vekişîna Amerîkayê ne pêkan e kom bên bêçekkirin

Serokwezîrê Iraqê da zanîn ku welatê wî pabendî bêçekkirina koman e, lê ew yek bi hebûna DYAˊyê li Iraqê ne pêkan e.

Sûdanî: Bêyî vekişîna Amerîkayê ne pêkan e kom bên bêçekkirin
3 mijdar, 2025   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro got welatê wî soz daye ku tevahî çekan bixe bin kontrola dewletê û destnîşan kir ku lê ew yek bi hebûna Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Iraqê, bi sernakeve û hin komên Iraqê bi "hêza dagirker" bi nav dikin.

Sûdanî di hevdîtina xwe de ya bi Reutersê re got, "Hîna plana ji bo derxistina Koalîsyona Navneteweyî ji Iraqê bi hatina Îlona 2026ˊan heye, ji ber ku gefên komên îslamî yên radîkal bi awayekî mezin kêm bûne."

Sûdanî da zanîn ku DAIŞ û xeteriya wê nemaye û bal kişand ser ku "Dê bernameyeke zelal ji bo bidawîkirina hebûna çekan li derveyî saziyên dewletê, hebe. Ev daxwaza her kesî ye," û got piştî ku çek bê danîn, ew alî dikarin tevlî hêzên ewlehiyê yên fermî yan jî qada siyasî bibin."

(fr)