Piştî xwepêşandanan li herêmên dagirkirî bi dehan kes hatine revandin

Saziyên îstixbarata dewleta Tirk a dagirker piştî xwepêşandanên li herêmên dagirkirî, bi ser bi gelek malan de girt û bi dehan şênî revandin û îşkence li wan kirin.

Piştî xwepêşandanan li herêmên dagirkirî bi dehan kes hatine revandin
6 tîrmeh 2024   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên li herêmên dagirkirî da zanîn ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) û komên çeteyan li bajarên Ezaz, Bab, Efrîn, bajarokên Raî, Atarib û Ebzmo, bi ser bi gelek malan de girtiye û şênî revandine.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, 17 kes li herêmên dagirkirî hatine revandin û îşkenceyên hovane li wan kirine û zor li wan kirine ku derkevin ser televîzyona fermî ya dewleta Tirk (TRT).

Li gorî dîmenên ku sûriyeyiyan parve kirine, kesên revandî bi dare zorê lêborînê ji desthilata Tirk dixwazin û ala Tirkan pê didin maçkirin.

Dewleta Tirk a dagirker piştî xwepêşandanan, her sê deriyên sînor ên li herêmê girtin û înternet jî li herêmên dagirkirî birîbû.

Piştî ragihandina serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku dê bi serokkomarê Sûriyeyê Beşar El Esed re li hev were, li bajar û bajarokên dagirkirî xwepêşandanan dest pê kir. Xwepêşandêran banga derketina dagirkeriya Tirk ji herêmên dagirkirî kir.

Li Tirkiyeyê jî, penaberên sûriyeyî diyar dikin ku nîjadperestên Tirk li dehan bajarên Tirkiyeyê wekî Mêrsîn, Edene, Entab, Konya, Stenbol û Antalyayê êrişî wan kirine û dikanên sûriyeyiyan ên li wan bajaran şewitandine.

Welatiyê Sûriyeyê Hemûd Hemdan El Nayif sêşemê bi destê 3 nîjadperestên Tirk li bajarê Antalyayê hatibû kuştin. Duh cenazeyê wî gihaşt mala malbata wî ya li bajarê Dehle yê rojhilatê Dêrazorê.

Di xwepêşandanên roja duşemê yên li herêmên dagirkirî de 7 kes hatibûn kuştin.

(şx)

ANHA