Sûcên domdar ên çeteyan li Efrînê

Sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê berdewam in. Çeteyan li ciwanekî xist û bi ser mala şêniyekî de girt û kel û pelên wê dizîn. Çeteyekî jî mala şêniyekî ji xwe re firot.

Sûcên domdar ên çeteyan li Efrînê
29 tebax, 2024   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên "Sultan Murad” duh li pêşiya Firina Qazan a bajarê Efrînê ya li ser rêya Heleb-Efrînê, li ciwanê bi navê Şiyar Hisên ê ji bajarokê Meydankê xistiye, tenê ji ber ku rê ji çeteyan re venekiriye. Çeteyan li Şiyar Hesen xist û telefona wî şikand.

Çeteyekî din ê ji Xûtayê mala şêniyê bi navê Hikmet Reşîd ê ji gundê Remadiyê yê bajarê Cindirêsê ku li taxa Eşrefiye ya Efrînê ye û ji 2018`an ve desteser kiriye, mîna ku ya wî be, bi hezar û 400 dolarî firot çeteyekî din ê ji Şamê.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh sibê li gundê Beradê bi ser mala şêniyê bi navê Osman Hemîd Hemo de girt, bi spreyekê her kes bê hiş kirin, 3 telefonên berîkan, televîzyon, modem, 47 gram zêr, 3 hezar lîreyên tirkî û motorsîklêtek dizîn.

(şx)