Sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan zêdetir dibin

Tundî û polîtîkeyên li dijî jinan zêde dibin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên çend rojên dawîn ên yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya qetil kirin.

Sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan zêdetir dibin
13 kanûn, 2024   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbiya 10ˈê Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Minbicê de endamên wê Qemer El Sûd, Eyşe Ebdulqdar û Îman şehîd bûne. Kombûnê diyar kir ku her sê jinên şoreşger di rêya parastina xak û rûmeta gelê xwe ji dagirkeran de canê xwe feda kir.

‘ÊRIŞÊN LI SER JINÊN PÊŞENG BERDEWAMA SIYASETA HEDEFKIRINA JINAN E’

Kombûnê qetilkirina her sê jinan wek "berdewama siyaseta sîstematîk a dewleta Tirk a dagirker a li dijî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" nirxand û diyar kir ku jinên roleke sereke di birêxistinkirin û avakirina civakên xwe de pêk tînin, dibin armanca sereke ya tundiyê.

Kombûnê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê jinên pêşeng dike armanc, di heman demê de hewl dide tevgerên jinan ku bingeheke sereke yên birêxistinkirina civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, tune bike.

Qetilkirina her sê jinên pêşeng ne ya yekemîn e, lê lîsteya dewleta Tirk û çeteyên wê bi pêkanîna sûcên li dijî jinan tijî ye.

2018: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên dagirkirinê yên li ser herêma Efrînê de sûcekî herî qirêjî pêk anî. Dagirkeran bi cenazeyê şervana YPJˈê Barîn Kobanê lîst. Vî sûcî hêrseke mezin di nava raya giştî ya cîhanê û jinan de çêkir.

2019: Sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef dema diçû Reqayê ji aliyê komên çete yên dewleta Tirk ve hat qetilkirin.

2020: Çalakvanên jin Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî li gundê Hilincê yê Kobanê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

2022: Fermadara Hêzên Antîterorê Jiyan Tolhildan, şervanên YPJˈê Roj Xabûr û Barîn Botan di bombebarana dewleta Tirk a li dijî erebeya wan de şehîd bûn.

2023: Hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo Yusra Îlyas û cîgira hevserokên meclisê Leyman Şiwêş hatin şehîdxistin.

Êrişên domdar û dijwar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên pêşeng hewldanek ji bo tirsandina jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di heman demê de bi rêya hedefkirina jinên pêşeng hewl dide sembolên birêxistinkirin û bihêzkirina jinan ji holê rake.

Şopdarên rewşa Sûriyeyê diyar dikin ku êrişên vê dawiyê ku xwedî aliyên stratejîk û siyasî ne ku bi rêya hedefkirina jinên pêşeng armanc dikin birêxistinkirina civakê û projeya demokratîk têk bibin.

BANGA DESTWERDANÊ LI HÊZÊN DERVE; JI BÊDENGIYÊ RE ÊDÎ BES E

Li hemberî sûcên domdar, bangên rêxistinên hiqûqî û yên jinan ên navneteweyî yên ji bo hesabpirsîna ji dewleta Tirk, rawestandina êrişên wê li Sûriyeyê, birîna cezayan li ser rejîma Tirk û pêkanîna zextan li ser wê da ku li gorî qanûnên navneteweyî yên ku qetilkirina sivîlan û jinan asteng dikin, pêk bîne.

Kombûna Jinan a Zenûbiya di dawiya daxuyaniya xwe ya der barê hersê şehîdan de, soza domandina têkoşînê da û diyar kir ku şehadeta têkoşer Qemer, Eyşe û Îman dê bibe wesîleya domandina xeta azadî û rûmetê. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişên plankirî yên dewleta Tirk bi lez bikevin nava tevgerê.

NAMEYA BERXWEDANÊ

Li hemberî hemû êrişan jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sembola berxwedan û têkoşînê ne, jinên herêmê bi biryar in ku destkeftiyên xwe biparêzin û meşa şehîdan a avakirina civakeke demokratîk û adilane û wekhev bidomînin.

Şehadeta Qemer, Eyşe û Îmanê destpêkeke nû ya berxwedana domdar a li dijî dagirekran e.

(bb)

ANHA