Li hember dagirkeriya Tirk banga hevgirtin û berxwedanê

Şêniyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe hewl dide herêmê dagir bike û demografiya wê biguhere. Şêniyan li dijî êrişan girîngiya berxwedana gel destnîşan kir. Her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin.

Li hember dagirkeriya Tirk banga hevgirtin û berxwedanê
13 kanûn, 2024   05:10
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM- CAN ELEWÎ

Êrişên dagirkeriyê yen dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Hêzên navneteweyî jî li hemberî van êrişan bêdeng in.

Planeke herêmî û bêdengiya naveteweyî

Şêniyê bi navê Mihemed El Xetîb ê ji bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku êrişên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevakarî û planeke di navbera hêzên navneteweyî de tên kirin.

Mihemed El Xetîb bal kişand ser berxwedana gel jî û ev li gotinên xwe zêde kir: "Berxwedana pêkhateyên herêmê gelekî mezin e, ji ber vê yekê dewleta Tirk bi rêya êrişên domdar û koçberkirinê hewl dide berxwedanê têk bibe.

Mihemed El Xetîb bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Şehba û Serêkaniyê bi hezaran kes ji malên wan koçber kirin, lê dîsa jî bexwedana pêkhateyên herêmê bi birydardarî û israr dewam dike.

Derya Mihemed a ji kantona Efrînê jî koçber bûye wiha got: "Em bi silametî li ser erdê xwe diyan, lê dewleta Tirk a dagirker bi 72 balafiran êrişên hovane li dijî me pêk anîn, ji ber vê em neçar mane malên xwe biterkiînin. Li pêşiya çavê cîhanê binpêkirin li dijî me hatin kirin û em çend caran hatin koçberkirin, lê rêxistinên navneteweyî dengê xwe nekirin. Ma gelo rola van rêxistinan çi ye."

Ezîz Hesen ê koçber jî destnîşan kir ku êriş û zulma li dijî koçberên kantona Efrîn-Şehbayê hatiye kirin li dijî tu kesî çênebûye û got: "Çeteyan erdê me, malên me dizîn û darên me talankirin."

Ezîz Hesen anî ziman ku ku pêkanînên li Efrînê binpêkirineke dijwar li peymanê navneteweyî ne û bang li rêxistinên mirovî kir ku êrişê û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelan rawestînin.

HEVGIRTIN Û BERXWEDANA GEL

Ji bajarê Dirbêsiyê jî welatiya bi navê Seîde Ehmed bal kişand ser girîngiya yekitiya gel li hember van êrişan û der barê pêşwazîkirina koçberên Efrîn û Şehbayê de got: "Em bi gelê xwe re hevgirtî ne û hêza xwe ji felsefeya neteweya demokratîk û fikra Rêber Abdullah Ocalan werdigirin. Em li hember şerê taybet ên bi armanca derbekirina vîna me disekinin."

Seîde diyar kir ku rêya pêkanîna serkeftinê şerê gel ê şoreşgerî ye û bang li tevahî welatiyan kir ku dakevin qadan û welat ji êrişan biparêzin.

Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Ebdurehman ê ji heman bajarî jî bal kişand ser girîngiya hevgirtina civakî li hember van zehmetiyan û got: "Çanda hevgirtin û pêşwazîkirina koçberan nîşaneya ruhê biratiyê derdixe pêş."

Ebdurehman di dawiyê de axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide şêniyên resen koçber bike û guhartina demografîk ferz bike. Lê em ê berxwedanê û sekna xwe bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re dewam bikin ku nasname û xaka xwe biparêzin."

(fr)

ANHA

HESEKÊ

Dirbêsiyê