Çeteyan êşkence li zarokê 13 salî kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî li zarokekî û ciwanekî dan û motorsîkêeta wan desteser kir.

Çeteyan êşkence li zarokê 13 salî kir
15 nîsan, 2024   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn -Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermi ragihand ku çeteyên Feyleq El Şam ên dewleta Tirk a dagirker duh bi awayekî hovane li zarokê bi navê Rayan Mistefa Ismaîl (13), ciwanê bi navê Hekîm Elî Seydo (21) yên ji Efrînê dane.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan li benda kontrolê ya li gundê Kosa yê navçeya Recoyê ku di bin kontrola çeteyê bi navê Ebû Elaa de ye, li her duyan dane.

Li gorî rêxistinê, çeteyan bi hiceta ajotina bilez a motorsîklêtê, Îsmaîl û Seydo rawestandine, dûre lê dane û motorsîklêt desteser kirine.