Coyî Hedad: PDK`ê li hember revandina Silêman Ehmed berpirs e

Edîtorê malpera Rojnamegeriya Sînornenas Coyî Hedad diyar kir ku desthilata Herêma Başûrê Kurdistanê li hember revandina rojnameger Silêman Ehmed berpirs e.

Coyî Hedad: PDK`ê li hember revandina Silêman Ehmed berpirs e
16 nîsan, 2024   02:35
BEYRÛT
RANYA UBÊD

Ji zêdetirî 5 mehan ve desthilata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rojnameger û edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnews'ê Silêman Ehmed revandiye û der barê çarenivîsa wî de tu agahiyan nade. Tevî hemû bangên aliyên berpirs û komeleyên hiqûqî ji bo diyarkirina sedema revandina wî û berdana wî, lê belê heta niha rewşa wî aşkera nekiriye.

Edîtoriya malpera "Sehafe Bîle Hidûd" (Rojnamegeriya Sînornenas) a Lubnanê Coyî Hedad ji ajansa me re got: "Tevî peyman û qanûnên navneteweyî yên parastina rojnamegeran û azadiya tevger û pênûsa wan, lê dîsa jî jiyana wan li wan dibe kabûs. Siyaseta bêdengkirinê ji derekê digihîje dereke din. Revandina hevpîşeyê me Silêman Ehmed ji aliyê PDK'ê ve jî mînak e. Nexasim ku ev 174 roj e tu agahî der barê rewşa wî de nehatine girtin."

Hedad bang li desthilata Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku rêzê ji qanûn û peymanên parastina rojnamegeran re bigire.

Hedad wiha domand: "Li hember her tiştekî ku bê serê Silêman Ehmed desthilata Kurdistanê berpirs e. Li hember van kiryarên li dijî rojnamegeran bêdengî nabe, kî dibe bila bibe pêwîst e aliyên sûcdar bên cezakirin. Divê civata navneteweyî parastina rojnamegeran bike. Revandina rojnamegeran kiryarekî metirsîdar e û gefê li azadiya wan dixwe. Pêwîst e her kes ji bo misogeriya azadî û ewlehiya rojnamegeran alîkar be."