Sûcên çeteyan li dijî Efrîniyan didomin

Komên çete yên dewleta Tirk a dagirker sûcên li Efrîna dagirkirî didomînin.

Sûcên çeteyan li dijî Efrîniyan didomin
16 mijdar, 2024   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li herêmên Efrînê rojane bûyerên êşkence û girtinê hene.

Li gorî SOHRˋê, çeteyên "Firqet Sultan Silêman Şah/El Eşmat" ên bi serkêşiya Mihemed El Casim/Ebû Emşe, bi tundî êşkence li şêniyekî gundê Senarê yê bajarê Şiyê kir. Ji ber ku welatî nikarî pereyên zeytûnan ên li ser hatine ferzkirin, bide hat êşkencekirin.

Li bajarokê Bilbilê jî, çeteyên "Firqet Sultan Murad" welatiyek ji mala wî revand. Lê piştî malbata wî pere deyn kir û da çeteyan, ew hat berdan.

Li bajarê Cindirêsê jî dewriyeyeke çeteyên "Polîsên Leşkerî" 2 welatî ji malên wan revandin.

(fr)