Sûcdarên qetilkirina Îsmaîl Îsmaîl hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku sûcdarên qetilkirina Îsmaîl Fetah Îsmaîl hatin girtin û wê piştre detayên der barê sûcê de werin diyarkirin.

Sûcdarên qetilkirina Îsmaîl Îsmaîl hatin girtin
26 ÇILE, 2025   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî sûcê qetilkirina endamê ENKSˋê Îsmaîl Fetah Îsmaîl dest bi lêpirsînan kiriye. Di 20ˋê Çileyê de cenazeyê Îsmaîl Fetah li bajarê Tirbesiyê yê kantona Cizîrê kuştî hat dîtn.

Der barê vê yekê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku kesên destê wan di sûcê qetilkirinê de heye, hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin di 19ˋê Çileya 2025ˋan de bi rêya daxuyaniyeke fermî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandibû ku cenazeyê Îsmaîl Fetah Îsmaîl hate dîtibû dîtin. Di dema dîtina cenaze de tîmên pispor ên Dijî Tawanan bi hevkariya Dozgeriya Giştî li gorî usûlên qanûnî dest bi pêkanîna hin tedbîrên guncaw kir. Bi wê re delîlên madî yên girêdayî sûcê hatin dîtin û nasnameya kesê gumankirî hat diyarkirin û ew hate girtin.

Hêzêan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di lêpirsînên destpêkê de kesên hatine girtin li xwe mukur hatibûn ku destên wan di sûcê qetilkirinê de ye. Her wiha wê detayên der barê sûcê, sedem û ajoyên wê bi rêya çapemeniyê di çend rojan de werin diyarkirin. Wê kesên hatine tawanbar rakirin dadgehê ku cezayên xwe wergirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar dikin ku ew ê ewlehî û îstîqrara li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin, têkoşîna dijî sûcan bidomînin û wan ji edaletê re pêşkêş bikin ku ewlehî û parastina civakê misoger bibe.

(fr)