Der barê pêşdeçûnên dawî de li Tebqayê civîn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê diyar kir ku divê gel xwe bi rê xistin bike û li dora hêzên xwe QSDˋê bicive.

26 ÇILE, 2025   16:54
TEBQA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi beşdariya bi sedan şêniyan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, deste, meclisên girêdayî wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê civînek organîze kir.

Di civînê de hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Tebqa Hind El Elî piştî berxwedana gelê li Bendava Tişrînê û şervanên li eniyên bendavê silav kir, rewşa siyasî nirxand.

Hind wiha domand: "Guhertina rejîma li Sûriyeyê ne bi guhertina kesan e. Piştî hilweşîna rejîmê û hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li ser desthilatê re em nikarin bêjin ku şerê li sûriyeyê bi dawî bû. Ji ber ku li hundirê Sûriyeyê sûc û qetilkirina têkildarî nasnameyê hîna dewam dikin û îdia dikin ku kiryarên takakesî ne. Divê em baş bizanin weke li ser ragihandinê îdia dikin, rewş baş e, lê ne wisa ye."

Hind anî ziman ku Rêveberiya Xweser berhema têkoşîna hemû pêkhateyên herêmê ye û got: "Li ser asta herêmê û cîhanê em ên herî birêxistinkirî ne û ji bo çareserkirina girêka Sûriyeyê û Rojhilata Navîn me weke nimûne didin pêş."

Têkildarî pêkhatina QSDˋê Hin wiha axivî: "QSDˋê ji tevahî pêkhateyên herêmê hatiye avakirin. Divê em li dora van hêzên leşkerî û rêxistinkirî bicivin û li pêş Sûriyeyê helwesta me zelal be. Da ku Sûriyeyê ne rengek, ne firkrek be."

Her wiha hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Ehmed El Omer jî got: "Rêveberiya Xweser dûrî bangên taîfî, nijadperestî û tolhildanê da ku pêşî li şereke navxweyî û aloziyên dîrokî bigire, xeta sêyemîn hilbijart."

El Omer wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker fişaran li rêveberiya nû ya li Sûriyeyê dike û bi hemû rê û rêbazan hewl dide dan û standinên di navbera aliyên li Sûriye û derve de têk bibin. Lê berxwedana gel ev plan têk birin."

Piştî axaftinan de beşdaran nîqaş kir. Beşdaran girîndî da rêxistinkirinê, cidiyet, fedekarî, şopandina gel û sekna wî bi hêzên xwe re. Her wiha beşdaran got her ferdek ji civakê çi endamek sazî yan jî leşkerî dibe bi erkên xwe rabe.

Wê civînên bi heman şêweyê li tevahî bajar û bajarokên kantona Tebqayê werin lidarxistin.

(fr)

ANHA