Partiya Yekîtiya Demokratîk li Şedadê civînek li dar xist

Partiya Yekîtiya Demokratîk li bajarê Şedadê, li başûrê kantona Cezîrê, civînek bi beşdariya endamên sazî û rêveberiyên sivîl li dar xist. Civîn li hola meclisê ya li Şedadê hate lidarxistin û rewşa siyasî û pêşketinên li ser qada Sûriyeyê hatin şîrovekirin. Her wiha di civînê de girîngiya hevgirtin û yekîtîyê di navbera pêkhateyên cûda de hate destnîşankirin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk li Şedadê civînek li dar xist
Partiya Yekîtiya Demokratîk li Şedadê civînek li dar xist
Partiya Yekîtiya Demokratîk li Şedadê civînek li dar xist
Partiya Yekîtiya Demokratîk li Şedadê civînek li dar xist
Partiya Yekîtiya Demokratîk li Şedadê civînek li dar xist
Partiya Yekîtiya Demokratîk li Şedadê civînek li dar xist
22 tîrmeh, 2025   23:12
HESEKÊ

Di civînê de Hevseroka Buroya Rêxistinî ya Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li Kantona Cizîrê Velentîna Ebdo, li ser bûyerên siyasî, nemaze piştî hilweşîna Partiya Baasê axivî.

Velentîna diyar kir ku ew avakirina rejîmên nû, bûyerên ku di 7’ê Cotmehê de li Îranê qewimîn, armanc ew e ku rola Îranê qels bikin, çi bi rêya Lîbya, Lubnan an jî Sûriyeyê be.

Velentîna anî ziman ku wan dît ku welatên Ewropî modela Rêveberiya Xweser û rêxistinên wê, bi taybetî modela komînan, bi heyranî dibînin. bi rêya van rêxistinan, wê şer bi dawî bibin

Endamê komîteya perwerdeyê ji kantona Cizîrê Feyad El Hesanî got: "Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû pêkhate û mezheban gelek şehîd ji bo welat pêşkêş kirin û em banga jiyana hevbeş û biratiyê di navbera gelan de dikin, bêyî ku cudahî di navbera pêkhateyên Ereb, Kurd an Suryan de hebe."

 El Hesanî tekezî li ser pêwîstiya yekitî û hevgirtinê di navbera hemû pêkhateyên civakê de kir û bal kişand ser hewldanên siyasî û civakî yên ji bo beşdarbûna di avakirina paşerojeke çêtir ji bo Sûriyan de.

Şêniyan di dawiya civînê de, gotin ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk ne navendî, teqezî bi hevgirtinê li ser bingeha projeya neteweya demokratîk di navbera hemû pêkhateyan de kir.

(ac/şx)

ANHA