Stasyonên El Himê û Ezîziyê ji bo ceribandinê hatin xebitandin

Piştî stasyona Elokê hat xebitandin, berdana ceribandî ya ava  stasyona El Himê bo stasyona Ezîziyê dest pê kir. Di heman demê de ceribandinên teknîkê yên şebekeyên stasyonê dewam dikin.

Stasyonên El Himê û Ezîziyê ji bo ceribandinê hatin xebitandin
20 tîrmeh, 2026   19:44
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî ku stasyona El Himê ya bakurê bajarê Hesekê bi ava stasyona Elokê hat dagirtî, ava El Himê ji bo ceribandinê ber bi stasyona Ezîziye ya naverasta bajêr ve hat berdan.

Şebekeya ava vexwarinê li bajarê Hesekê ji du beşên sereke pêk tê. Taxên rojava û bakur avê ji stasyona El Himê bi dest dixin û taxên rojhilat û başûr jî avê ji stasyona Ezîziyê dabîn dikin.

Li gorî agahiyan berdana avê hîna di qonaxa ceribandiniyê ye.

Şirîketa Giştî ya Ava Vexwarinê ya Hesekê heya niha der barê xebitandina stasyonê û asta guncawbûna avê de agahî nedaye.

18‘ê Tîrmehê şîrketê ji welatiyan xwestibû ku niha ava stasyona Elokê ji bo vexwarinê bi kar neynin. Şirîketê diyar kiribû ku qonaxa ceribandinê ya ava stasyonê ber bi bajar û gundewarên Hesekê dewam dikin.

Şênî li benda daxuyaniya aliyên têkildar in ku dema berdana avê ya bi rêk û pêk û encamên testên laboratîfê yên têkildarî kalîteya avê û guncawbûna wê ji bo vexwarinê destnîşan bike.

(bb)

ANHA