Li peravên Omanê 2 keştî hatin hedefkirin

Li peravên Omanê 2 keştiyên petrolê hatin hedefgirtin, di encamê de şewat derket.

Li peravên Omanê 2 keştî hatin hedefkirin
20 tîrmeh, 2026   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku 2 keştiyên petrolê yên ku ji aliyê Şîrketa Dynacom Tankers a Yewnanistanê ve dihatin bi rêvebirin li peravên Omanê bi guleyên nenas hatin hedefgirtin.

Şîrketê ragihand ku keştiya "Kavomalias"  ku ala Maltayê li ser e  bi 2 guleyan hat hedefkirin, di encamê de di odeya motorê de şewat derket û ekîb neçar ma ku wê vala bike.

Hate diyarkirin ku rayedarên Omanê  tevahî endamên ekîbê rizgar kirin û wan bi ewlehî anîn peravê.

Şîrketê da zanîn ku keştiya "Achilleos" ya ala Lîberyayê li ser di êrişeke bi heman rengî de hat hedefkirin. Li gorî şîrketê, rewşa ekîba keştiyê baş e, tu windahî an jî qirêjiya deryayê nehatin tesbîtkirin.

Şîrketa Dynacom Tankers her wiha ragihand ku keştiya sêyemîn paşê li nêzî bendera Novorossiysk a Rûsyayê ya li Deryaya Reş bi dronekê ve hat armanckirin û ekîba wê agir vemirand bêyî ku kes birîndar bibe.

 (bb)