Stasyona kehrebê ya Amûdê hat bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî li dijî kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fireh kirin. Vê carê jî êrişî bajarê Amûdê kir.

Stasyona kehrebê ya Amûdê hat bombebarankirin
24 cotmeh, 2024   01:49
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ji bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê diyar kir ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebê û derdora wê bombebaran kirin.

Nûçegihan nikarî agahiyên der barê ziyanên bombebaranê de parve bikirana.

(fr)

ANHA