Derdora Qereçox û gundê Mêrka Mîra hatin bombebarankirin

Balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker derdora çiyayê Qereçox bombebaran kir. Her wiha balafirên dagirkeriyê careke din gundê Mêrka Mîra yê gundewarê Dêrikê bombebaran kir.

Derdora Qereçox û gundê Mêrka Mîra hatin bombebarankirin
24 cotmeh, 2024   02:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi balafirên bêmirov derdora çiyayê Qereçox hat bombebarankirin. Her wiha careke din gundê Mêrka Mîra yê gundewarê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê hat bombebarankirin.

Li gorî nûçegihanên me, di bombebarana gundê Mêrka Mîra de zirarên mezin bi malên welatiyan bûne.

(fr)

ANHA