Stasyona avê ya Ebrîha avê dide 50 hezar welatiyên Dêrazorê

Stasyona avê ya Ebrîha ava vexwarinê dide 50 hezar welatiyên li rojhilatê Dêrazorê.

Stasyona avê ya Ebrîha avê dide 50 hezar welatiyên Dêrazorê
Stasyona avê ya Ebrîha avê dide 50 hezar welatiyên Dêrazorê
Stasyona avê ya Ebrîha avê dide 50 hezar welatiyên Dêrazorê
Stasyona avê ya Ebrîha avê dide 50 hezar welatiyên Dêrazorê
Stasyona avê ya Ebrîha avê dide 50 hezar welatiyên Dêrazorê
Stasyona avê ya Ebrîha avê dide 50 hezar welatiyên Dêrazorê
Stasyona avê ya Ebrîha avê dide 50 hezar welatiyên Dêrazorê
Stasyona avê ya Ebrîha avê dide 50 hezar welatiyên Dêrazorê
Stasyona avê ya Ebrîha avê dide 50 hezar welatiyên Dêrazorê
5 kanûn 2023   10:41
DÊRAZOR

Stasyona avê ya Ebrîha yek ji stasyonên avê yên sereke ye ku avê dide stasyona navendî ya li bajarokê Besîra yê rojhilatê Dêrazorê. Av ji stasyonê ber bi stasyona Besîra ve diçe ku were parzûnkirin, dezenfektekirin û piştre li malan were belavkirin.

Stasyona avê ya Ebrîha avê dide 50 hezar welatiyên li bajarokên Ebrîha, Besîra, Etal, Qidêhî, Ezayib, Kisara û Tewemiyê.

Li gorî gerînendeyê stasyonê Nîdal El Mexdob, di rojê de 12 saet kehreb ji bo stasyonê tê, bi wê re av digihîne xelkê herêmê.

El Mexdob diyar kir ku ger kehrebe ji ber hin sedeman li ser stasyonê qut bû, ew jenetorên li ser mazotê dixebitin pê dixin.

(fr)

ANHA