Lîsteya navên çeteyên ku Tirkiye birine Başûrê Kurdistanê

Malpera ˊSpee Mediaˊa nûçeyan diyar kir ku dewleta Tirk 800 çeteyên DAIŞˊê perwerde kirine ku beşdarî êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bin û navên wan parve kirin.

Lîsteya navên çeteyên ku Tirkiye birine Başûrê Kurdistanê
9 tîrmeh 2024   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka Tîrmehê ve artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya hêzên PDKˊê êrişên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê zêde kirine, gelek gundên Dihokê dagir kirine. Her wiha dezgehên çapemeniyê yên Iraqê diyar kir ku hejmareke mezin ji tank û hêzan anîne herêmê.

Der barê êrişan de, îro malpera Spee Media di raporeke xwe de aşkera kir ku bi sedan çeteyên DAIŞˊê hatine amadekirin ku li kêlek artêşa Tirk a dagirker û hêzên PDKˊê beşdarî êrişan bin.

Di rapora Spee Media de ku navenda wê li Başûrê Kurdistanê ye hat diyarkirin ku zêdetirî 800 çeteyên DAIŞˊê li Efrîna dagirkirî ji hêla dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin ku veguhêzin herêmên Meta û Amediyê yên Dihokê yên Başûrê Kurdistanê.

Li gorî raporê, dewleta Tirk plan dike van DAIŞˊiyan bi cilên artêşa Tirk veguhêze van herêman.

Malperê agahiyên xwe yên li ser van çeteyan bi PDFˊê belav kir.

(fr)

الملفات