Sotemeniyeke alternatîf; sergîn

Şêniyên gelek gundan ji bo germkirinê rêbazên kevnar dixebitînin. Şewitandina sergînan jî yek ji wan rêbazan e. Sergînên ji rêxê têne çêkirin, alternatîfeke mazotê ne û li gorî sotemeniyên fosîl jî zirara wan gelekî kêm e.

Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
Sotemeniyeke alternatîf; sergîn
1 hezîran, 2024   07:05
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Gelek dewletên cîhanê li şûna sotemeniyên fosîl ku sedema sereke ya guhertina avhewayê û germbûna cîhanê ne, serî li rêbazên alternatîf didin.

Di dîrokê de rêxa sewalan ji bo germkirinê hatiye bikaranîn. Îro jî jêdereke enerjiya paqij e ku zêdetirî 2 milyar kes bi kar tînin.

Li taxa Tay a Qamişloyê 200 malbatên li ser beravên çemê Ceqceq dimînin, gamêşan xwedî dikin û debara xwe pê dikin. Nêzî 3 hezar û 500 serî gamêş (mange) li cem wan hene. Ji şîrê wan nivişkê çêdikin û rêxê wan jî li şûna sotemeniyên fosîl bi kar tînin.

Her sal di zivistanê de rêxa gamêşan tê komkirin û havînê jî dikin sergîn û li ser banan radixin da ku li ber tavê ziwa bibin û di zivistanê de ji bo germkirinê bi kar bînin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker destpêka salê navendên xizmetguzariyê û yên stratejîk bombebaran kirin, gelek şêniyên herêmê sergînan li şûna mazotê bi kar tînin.

Cuheyne Ura Bekir rojane sergînan çêdike, rêxa gamêşan bi bêrê û avê li hev dixe û wan girover dike.

Cuheyne diyar kir ku dîsa vegeriyan rêbazên berê yên germkirinê û got: “Zivistanê em rêxa gamêşan kom dikin. Bi biharê re, heta mehekê em sergînan çêdikin. Di havînê de jî li ber tavê heta 2 mehan radixin. Dûre wan kom dikin û depo dikin da ku di zivistanê de bi kar bînin.”

Berê, sergîn ji bo kelandina şîr jî dihatin bikaranîn lê niha ji bo germkirinê û pêjandina xwarinê jî têne bikaranîn.

Meha El Hemûd a ji taxa Tay jî diyar kir ku li şûna mazotê sergînan bi kar tînin. Mehayê got: "Li şûna kîrosînê û gazê em şîr li ser sergînan dikelînin. Ji ber ku piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker sotemenî peyda nabe û biha ye."

Meha got sergîn zirarê li hawîrdorê û tenduristiyê nakin û ji mazot û gazê ewletir e û got: "Çêkirina sergînan bê pere ye. Bandorê li hawîrdorê jî nakin."

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên enerjiyê û petrolê de, di 13`ê Çileyê heta 15`ê heman mehê de, stasyonên petrol û gazê yên Tirbespiyê, Dêrik û Rimêlanê, stasyonên kehrebeyê yên li piraniya bajarên kantona Cizîrê û stasyonên avê rawestiyan û ji ber wê şêniyên herêmê zehmetiyan dikişînin.

(şx)

ANHA